Du malbatên xwînî li hev aş bûn
Li navçeya Erxanî ya Diyarbekirê, li ser daxwaza Serokdewlet Recep Tayyîp Erdogan, li ser hewldanên Wezîrê Dadê yê berê Bekîr Bozdag, Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu du malbatên xwîndar pêk hatin û li hev aşt bûn.
Li navçeya Erxaniyê, sala 2011ê ji ber sedema jinrevandinê di navbera malbata Gul, Kaplan, Kahraman u Karaduman de nexweşî çêbû û di encama pençinînê de 8 kes birîndar bûn. ji ber vê xwîndariyê hinek malbatan mala xwe ji navçeyê bar kir û çûne bajarên din. Birêz Serokdewlet Erdogan kete navberê û malbat li hev anîn. Ji bo pêkanîna van malbatan li navçeya Erxaniyê xwarineka aştiyê hate dayîn. Bekîr Bozdag, Walî Guzeloglu, kevnewezîr Kutbettin Arzu, parlamenter Ebubekir Bal û Oya Eronat, kodemanên navçeyê û ferdên herdu malbatên xwînî di xwarinê de amade bûn.
Serokdewlet Erdogan 8ê Îlonê serdana bajarê Meletiyê kiribû, di wê serdanê Gulê Karaduman, ligel 3 keçên xwe behsa xwîndariya malbatê ji Serokdewlet re kir, li gel vê rêzdar Erdogan ji Bekir Bozdag û Walî Guzeloglu xwest van malbatan li hev bînin. Li ser daxwaza Serokkomar Erdogan û hewldan Bekîr Bozdag û Walî Hasan Basrî Guzeloglu, ev malbatên xwînî yên Erxaniyê li hev aşt kirin.
