Êdî her çarşemb roja jivana muxtaran e
Bi talîmata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, her roja çarşembê muxtar bêyî jivan û randevu dê li Şaredariya Bajarê Mezin bên qebûlkirin da ku daxwazên xwe ji rêveberiyê re ragihînin.
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, her deravê bi muxtaran re hevdîtinan pêk tîne, lewre jî bo çareserkirina pirsgirêkên xwecihî Şaredariya Bajarê Mezin pêkanîneka nû da destpêkirin. Ji vir pê de bi talîmata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, her roja çarşembê muxtar bêyî jivan û randevu dê li Şaredariya Bajarê Mezin bên qebûlkirin da ku daxwazên xwe ji rêveberiyê re ragihînin.
Her hefte roja çarşembê saet di navbera 14.00 û 16.00ê de bi serperiştiya Walî Guzeloglu li Salona Civînan a Şaredariya Bajarê Mezin bi beşdariya hemû serekên daîreyan dê hevdîtin bi muxtaran re bê kirin. Di vê civîna bi navê “Dema Muxtaran” de bêyî randevu muxtar dikarin bêne kombûnê û daxwazên xwe ji rêveberiyê re aşkere bikin.
