“Em ê bo jiyaneke bêasteng bi hev re bixebitin”
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, bi boneya Hefteya Astengdaran a Cîhanê peyameke nivîskî weşand. Mizrakli di peyamê de got ku ji bo jiyaneke bêasteng astengdar dê beşdarî hemû aktîvîteyên sosyal bibin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, bi boneya 10-16 Gulanê Hefteya Astengdaran a Cîhanê peyameke nivîskî weşand. Mizrakli di peyamê de got ew lê dixebitin ku li bajêr jiyaneke sosyal û tevgir dabîn bikin.
Mizrakli, bal kişand ku astengdarî kirûyeke civakî ye ne tenê bandora wê li ser takeyên astengdar û malbatê wan heye, her weha bandora wan li ser hemû civakê heye û got, “ne tenê di nav hefteyekê de em bo astengdaran aktîvîteyan bikin; divê em di her qada jiyanê de û her dem bo astengdaran aktîvîteyan bikin. Bo bajarekî bêasteng em ê bi hemû welatiyan re biebitin.”
