Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şedal û Çelîk ji bo Hevserokatiya GABBê hatin hilbijartin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Hevşaredarê Baglarê Siraç Çelîk ji bo Hevserokatiya Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatin wezîfedarkirin. Civîna Meclîsa Awarte ya 2024an a Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) li Navenda Çand û Kongreyê

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Hevşaredarê Baglarê Siraç Çelîk ji bo Hevserokatiya Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatin wezîfedarkirin.

Civîna Meclîsa Awarte ya 2024an a Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmed (Sezai Karakoç) hat lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, hevşaredar û hevserokên şaredariyên endamên GABBê beşdarî civînê bûn. Ji bo diyarkirina rêveberên sendîkayê, hilbijartin hatin kirin.

Di civînê de hat nîqaşkirin û biryar hat dayîn ku şaredariyên ku ji endamtiya Yekîtiyê derketine ji lîsteya şaredariyên endam bên derxistin û şaredariyên ku di meclîsên xwe de biryara endamtiya Yekîtiyê dane bên qebûlkirin û di lîsteya şaredariyên endam de bên zêdekirin.

Hevserok hatin hilbijartin

Di civînê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Hevşaredarê Baglarê Siraç Çelîk weke Hevserokên GABBê hatin diyarkirin.

Devrîm Demîr, Yunus Bagiş, Bîrsen Orhan, Hamît Tutuş, Fuat Mehmetoglu û Alpaslan Karabulut ji bo endamên Desteya Rêveber a GABBê hatin hilbijartin.

Şedal û Çelîk spasiya endaman kirin

Piştî hilbijartinan Hevserokên GABBê Şedal û Çelîk bal kişandin ser girîngiya sendîkaya ku gelek şaredariyên herêmê di nav de cih digirin, behsa giringiya wê ji bo rêveberiyên herêmî kir û herweha spasiya endamên sendîkayê kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan