GES salane 2 hezar û 385 MW enerjiyê dijene
Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê, bi GESa li Hewzeya Gozeliyê damezrandî salane 2 hezar û 385 MW enerjiyê dijene, GESa duyan jî li navçeya Bîsmîlê damezirand. Santrala Tavê bi 700 KWyî ye û dê 1400 MW saet enerjiyê bijene.
Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎya bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ramezeniyên dostê xwezayê didomîne. Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê, bi GESa li Hewzeya Gozeliyê damezrandî salane 2 hezar û 385 MW enerjiyê dijene, GESa duyan jî li navçeya Bîsmîlê damezirand. Santrala Tavê bi 700 KWyî ye û dê 1400 MW saet enerjiyê bijene.
Teknîker Dogan Yaman der barê GESan de agahî dan û got ku Santralên Enerjiya Tavê li Gozelî û Bîsmîlê hatine damezrandin. Yamam, aşkere kir ku bi santralan pêdiviya enerjiya elektrîkê bi qismî be jî tê çareserkirin û got ku ew bi ser de enerjiyê difiroşin DEDAŞê jî.
Du santralên nû tê damezrandin
Yaman, bal kişand ku rê li îsrafê bigirin ew xebatên enerjîya xwenûker didin ber xwe û got ku armanca wan ew e van santralan zêde bikin.
