Guzeloglu beşdarî bernameya ser xwezayê bû
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu ligel hevjîna xwe Ayşe Guzeloglu beşdarî bernameya “Perwerdeya Rêzgirtina li Jîngehê û Bermahiyan” bûn.
Bi serperiştiya hevjîna Serokkomar Emîne Erdogan, bernameya “Perwerdeya Rêzgirtina li Jîngehê û Bermahiyan” bi rê ve çû. Bernameya Diyarbekirê li salona konferansan a Mala Mamosteyan a Diyarbekirê pêk hat û Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, hevjîna wî Ayşe Guzeloglu, parlamenter Ebubekir Bal, Midûrê Asayîşa Bajêr Şukru Yaman, kodeman û rêveberên saziyên bajêr, kursiyerên ADEMê di bernameyê de amade bûn.
Piştî rêzgirtin û xwendina Sirûda Îstiqlalê li ser giringiya şevê danasîneke bi video hate nîşandayîn û gotarek li ser Perwerdeya Rêzgirtina li Jîngehê û Bermahiyan hate pêşkêşkirin. Pişt re Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu der barê mijarê de axaftinek kir.
