Guzeloglu bi muxtarên Çermûgê re kom bû
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li navçeya Çermûgê bi muxtar, rûspî û saziyên civaka sîvîl re hevdîtinek pêk anî. Di kombûnê de pirs û kêşeyên navçeyê hatin axaftin û bo çareserkirina van kêşeyan şêwr hate kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta butçeya sala 2020ê amade bike, li navçeyan hevdîtina dike û li gorî daxwazên niştecihan projeyan bi pêş dixe. Şaredariyê bi vê mebestê li navçeya Çermûgê civîneka şêwrê bi sernavê “Di Rêya Xizmeta Diyarbekirê de Çermûg” kombûnek bi rûspî, muxtar û saziyên civaka sîvîl re li dar xist.
Bi mebesta civînê di navbera Walû Hasan Basrî Guzeloglu, Qeymaqama Çernûgê Nazli Demîr û Şaredar Şehmus Karamehmetoglu de protokolek hate îmzekirin. Walî Guzeloglu, li ber Qesra Hikûmetê bi gulan hate pêşwazîkirin û di serdanê de ligel qeymaqan Demîr bîr û boçûn hatin parvekirin.
Civîn, li salona civînan a Qesra Hikûmetê ya Çermûgê bir ê ve çû û ligel Walî Hasan Basrî Guzeloglu, Qeymaqama Çermûgê Nazli Demir, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Ahmet Naci Helvaci, Midûrê Asayîşê Şukru Yaman, Fermandarê Cendermeyan ê Bajêr Tuxgeneral Mustafa Erdem, Şaredarê Çermûgê Şehmûs Karamehmetoglu, Serokê DESOBê Alican Ebedinoglu, Midûrê Herêmê yê Rêya Bejayî Okkeş Ceylan û komek pîşekar û serekên odeyan, ligel esnaf û welatiyan di civînê de amade bûn.
Walî Guzeloglu ji beşdaran re axaftinek kir, tê de behsa vizyona şaredariyê kir û projeyên xwe vegotin.
