Guzeloglu: Çandiniya pembû li bajêr geş dibe
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di civîna Borsaya Bazirganî ya Diyarbekirê ku bi boneya firotina pembûyê de li dar xist axivî û got ku piştî ku sala 2023 û 2025ê de projeyên avdanê yên GAPê ketin dewrê, dê li bajêr li ser 1 milyon hektar erdî pembû bête çandin.
Borsaya Bazirganî ya Diyarbekirê, seansa ewil a firotina pembû li dar xist. Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu di vir de axivî û behsa projeyên şaredariyê kir. Di civînê de ligel Walî Guzeloglu, Serokê DTBê Engin Yeşil, Serokê DTSOyê Mehmey Kaya, Serokê Yekitiya Hilberînerên Pembûya Bismilê Hasan Vural, amîrên saziyan, hilberîner û bazirganên borsayê di seansê de amade bûn.
