Guzeloglu dar li Daristana Şehîtan çand
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li Daristana Şehîdan ajarên daran çand. Daristan ji aliyê Komela Alîkarî û Hevgirtinê ya Malbatên Şehîd û Gaziyên Anadoluyê ve hatiye danîn.
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li Daristana Şehîdan ajarên daran çand. Daristan ji aliyê Komela Alîkarî û Hevgirtinê ya Malbatên Şehîd û Gaziyên Anadoluyê ve, li navçeya Peyasê li baxçeyê Stadyuma Diyarbekirê hatiye danîn. Walî û komek welatî û amadekarê bernameyê beşdarî bernameya dardanînê bûn.
Walî Guzeloglu, xêr û xweşî bo daristana şehîdan xwest, hate diyarkirin dê 5 hezar dar li vê daristanê bêne danîn. Walî Guzeloglu û kesên pê re piştî danîna şitilan ew av dan. Ji bo Gaffar Okan jî ajarek hate danîn.
