Guzeloglu: Em ê 2 hezar û 500 km rê çêkin
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu di çarçoveya “Hevdîtinên Bo Xizmetguzariya Diyarbekirê” de li Farqînê bi muxtaran re hevdîtinek pêk anî û bal kişand ser proje û xizmetguzariyê û got ku ew ê sala pêş 2 hezar û 500 km rê bidin çêkirin.
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu di çarçoveya “Hevdîtinên Bo Xizmetguzariya Diyarbekirê” de serdana xwe ya bo navçeyan didoîne. Guzeloglu li Farqînê serdana esnafan kir û paşê bi muxtarên tax û gundan re hevdîtinek pêk anî.
Civîn, li Navenda Çandê ya Qeymaqamiya Farqînê hate pêkanîn û Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, qeymaqamê Farqînê Mehmet Uslu, Cîgirê Midûrê DÎSKÎyê Dr. Ahmet Naci Helvaci, Fermandarê Jendermeyên Bajêr Tuxgeneral Mustafa Erdem, Alîkarê Midûrê Asayîşa Bajêr Alper Guneş, Midûrê Herêma 9ê ya Qereyollariyê Okkeş Ceylan, Midûrê Çandiniya Bajêr Mustafa Ertan Atalar, û rayedarên navçeyên di kombûnê de amade bûn.
Di civînê de Walî Guzeloglu, der barê pirs û pirsgirêkên tax û gundan de bi muxtaran re şêwirî û behsa proje û xizmetguzriya sala pêş kir.
