Guzeloglu, li Çermûgê civîn li dar xistin
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di kombûna li navçeya Çermûgê de bi esnaf û welatiyan re hevdîtin pêk anî. Di civînê de pirs û pirsgirêkên esnaf û welatiyan hatin axaftin û tekez li ser hevgirtinê hate kirin.
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, ji bo rûbirû pirs û pirsgirêkên esnaf û welatiyan guhdar bike, li Çermûgê bi esnafan re civînek li dar xist. Civîn bi navê “Hevdîtina Gel û Esnafan” hate pêkanîn.
Civîna “Hevdîtina Gel û Esnafan” li Salona Konferansan a Lîseya Anadolu ya Çermûgê bi rê ve çû, ligel Walî Hasan Basrî Guzeloglu, Qeymaqama Çermûgê Nazli Demir, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Ahmet Naci Helvaci, Midûrê Asayîşê Şukru Yaman, Fermandarê Cendermeyan ê Bajêr Tuxgeneral Mustafa Erdem, Şaredarê Çermûgê Şehmûs Karamehmetoglu, Serokê DESOBê Alican Ebedinoglu, Midûrê Herêmê yê Rêya Bejayî Okkeş Ceylan û komek pîşekar û serekên odeyan, ligel esnaf û welatiyan di civînê de amade bûn.
Walî Guzeloglu, di civîna “hevdîtina Gel û Esnafan” banî beşdaran kir û behsa projeyên bo Diyarbekirê kir. Di civînê de giringiya hevkariyê hate ziman û hate gotin ku armanc ew e, geşedan di nav huzur û ewlehiyê de li herêmê bi pêş bikeve.
