Guzeloglu mizgînî da esnafên Sûka Pênîrfiroşan
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, bi esnafên Sûka Pênîrfiroşan re hevdîtinek pêk anî û mizgînî da ku ew ê bi projeya nû rûmala sûkê nûjen bikin, li gorî mîmariya dîrokî ya bajêr ji nû ve saz bikin da ku berê turîstan jî bikevê.
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, esnafên Sûka Pênîrfiroşan kirin mêvan. Hevdîtin li Salona Hevselê ya Parêzgariyê pêk hat. Di hevdîtinê de Serokê Yekitiya Jûrên Esnaf û Pîşekaran ê Diyarbekirê Alican Ebedinoglu û Serokê Daîreya Esnafan Huseyin Paksoy û Midûrê Herêmê yê Weqfan Metin Evsen jî amade bûn. Di hevdîtinê de esnafan ji ber vê helwesta Walî ya bo esnafan spasiya Walî Guzeloglu kirin.
Di hevdîtinê de, pirs û pirsgirêkên esnafan, rewşa aborî û geşedanên bajêr hatin axaftin. Her weha Walî Guzeloglu, mizgînîyek da esnafan ku ew ê Sûka Penîrfiroşan ji nû ve saz bikin, li gorî mîmariya dîrokî ya bajêr ava bikin û bikin cihekî serincrakêş bo turist û geştyarên bajêr.
