Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Guzeloglu Platforma Nûbûnê da nasîn

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku Platforma Nûbûna Bajêr hatiye damezrandin, ev platform dê di navbera dam û dezgeh û sektora taybet de têkiliya Ar-Ge û nûxwaziyê bimeşîne.

Bi serperiştiya Walîtiya Diyarbekirê Platforma Nûbûna Bajêr bo hevserwextkirina saziyên cemawerî û sektora taybet hate avakirin. Daxuyaniya çapemeniyê li Peyasê li otelekê hate lidarxistin û proje ji aliyê Walî Hasan Basrî Guzeloglu ve hate nasandinê.

Di daxuyaniyê de, ligel Walî Guzeloglu, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Talip Gul, Sekreterê Giştî yê Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê Dr. Hasan Maral, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya, Serokê Yekitiya Odeyên Pîşekar û Esnafan Alican Ebedinoglu û Serokê Desteya Rêveber a Herêma Pîşesaziya Bi Organîze Aziz Odabaşi jî amade bûn.

Di daxuyaniyê de giringiya vê platformê hate vegotin û hate destnîşankirin ku ev dê di karûbarên sazûmanî de hêsankariyê bi xwe re bîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan