Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Guzeloglu: Zarok siberoja me ne

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di bernameya perwerdeyê ya mamosteyên rêvebr bo zarokên di bin parastinê de axivî.

Bi serperiştiya Parêzgeriya Diyarbekirê bi piştgiriya Kargêriya Geşedana Herêmê ya GAPê ji aliyê Zanîngeha Dîcleyê ve di çarçoveya Projeya Piştgiriya Civakî ya Diyarbekirê de bernameya perwerdeyê ya mamosteyên rêvebr bo zarokên di bin parastinê de hate pêkanîn.

Bername, li Navenda Kongreyê ya Zanîngeha Dîcleyê hate lidarxistin, Walî Hasan Basrî Guzeloglu, Serokê Kargêriya Geşedana Herêmê ya GAPê Sadrettin Karahocagil, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Talip Gul û hîndekar, midûrên dam û dezgehên hukmî, mamosteyên rênîşander û xwendekar di bernameyê de amade bûn.

Bername, bi rêzgirtin û xwendina Sirûda Milî dest pê kir û Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Tahsin Kula, der barê bernameya bi boneya zarokên di bin parastinê de agahî dan. Piştre Serokê Kargêriya Geşedana Herêmê ya GAPê Sadrettin Karahocagil û Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Talip Gul her yekî axaftinek kir. Paşê Walî Guzeloglu der barê mijarê de axaftineke berfireh kir û bal kişand ku paşeroja me zarokên me ne û giringiya xwedîderketina li zarokan û xwendin û ronakbûna wan de anî ziman.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan