Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Hatun beşdarî meşa Roja Zimanê Dayikê bû

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, di çarçoveya çalakiyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de beşdarî meşê bû.

Hevşaredar Dogan Hatun, tevî meşa ku bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk hatibû amadekirin bû. Meş bi dirûşma “Ji kurdî re statû, bi kurdî perwerde” hat lidarxistin. Ji bilî Hevşaredar Hatun; Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar û Keskin Bayindir, parlementer, hevşaredarên navçeyan, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî beşdar bûn.

Girseya ku li navçeya Rezanê (Baxlar) li ber Oryilê hatibû cem hev, heta Parka Koşuyoluyê meşiya. Di daxuyaniya ku piştî meşê hat dayîn de, bal kişandin ser girîngiya parastina zimanê dayikê û pêşxistina wî.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan