Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak li maseya Çareseriya Di Cî De daxwazên welatiyan qebûl kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li yekîneya Çareseriya Di Cî De ku xizmetên çareseriyê dide welatiyan pêşwazî kir û li pêşniyar û daxwazên wan guhdarî kir. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, welatiyên ku serî li yekîneya Çareseriya Di Cî De ya ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li yekîneya Çareseriya Di Cî De ku xizmetên çareseriyê dide welatiyan pêşwazî kir û li pêşniyar û daxwazên wan guhdarî kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, welatiyên ku serî li yekîneya Çareseriya Di Cî De ya ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel di bin banê Serektiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel de xizmetê dike, pêşwazî kir. Hevşaredar Bucak têkildarî serlêdanan guh da welatiyan, bi welatiyan re sohbet kir û pêşniyar, gilî û daxwazên wan yek bi yek not kir.

Hevşaredar Bucak ji bo çareserkirina daxwazan yekîneyên pêwendîdar erkdar kir û ji bo çareseriya alîkariyên civakî û daxwazên kar bi welatiyan re nêrînên xwe guhert.

Hevşaredar Serra Bucak ligel Alîkarê Sekreterê Giştî Ozgur Yildirim, Seroka Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş û endamên meclîsê bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan