Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çapemenî Weşan û Têkiliyên Gel

Hevşaredar Bucak guhdariya esnafên Sûrê kir: Em ê gavan bi aqilê hevpar biavêjin

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, esnafên li Xana Weqfan a Balikçilarbaşiyê ziyaret kir, guhdariya daxwaz û pêşniyarên wan kir. Hevşaredar Bucak teqez kir ku hemû gavên ji bo jiyana ticarî û tevna dîrokî ya Sûrê dê bi esnafan re di nav aqilê hevpar de bêne avêtin.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak esnafên li Xana Weqfan a Balikçilarbaşiyê ku li navçeya Sûrê ye ziyaret kir. Di bernameya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel ve hat organîzekirin; Hevserokên Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, endamên meclisê û serokên daîreyên peywendîdar jî beşdar bûn.

Hevşaredar Bucak dikanên sûkê yek bi yek geriya, bi welatiyan re sohbet kir û guhdariya daxwaz û pêşniyarên esnafan kir. Daxwaz û pêşniyarên ku hatin ragihandin ji aliyê yekîneyên peywendîdar ve hatin notkirin.

Esnafan pirsgirêkên xwe anîn ziman

Di dema ziyaretê de esnafên sûkê; pirsgirêk û daxwazên xwe yên derbarê trafîka wesayîtan, otopark, binesazî û sekinîna liv û tevgera ticarî de anîn ziman. Hemû daxwaz û pêşniyarên ku hatin ragihandin ji bo di çarçoveya xebata qadê de bêne lêkolînkirin ji aliyê yekîneyên peywendîdar ve hatin tomarkirin.

Bi esnafan re sohbet hat kirin

Hevşaredar Bucak diyar kir ku esnaf di parastina tevna dîrokî ya herêmê û aboriya bajêr de xwedî roleke girîng in û ji bo tespîtkirin û birêkûpêkkirina trafîka wesayîtan û veguhastina di nav sûkê de bi esnafan re danûstandina ramanî kir.

Hevşaredar Bucak bal kişand ser wê yekê ku herêm xwedî nirxekî mezin ê turîzmê ye û teqez kir ku hemû gavên ji bo jiyana ticarî û tevna dîrokî ya navçeya Sûrê dê bi esnafan re bi aqilekî hevpar bêne avêtin.

Bername piştî lêkolîn û têkiliyên di nav sûkê de bi dawî bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan