Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Mizrakli bi gel re cejn pîroz kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, beşdarî pîrozbahiya cejna Qurbanê ya li Avahiya HDPa Amedê bû.

Rêxistina HDPa Amedê, bi boneya Cejna Qurbanê li avahiya partiya xwe bernameyeke pîrozbahiyê li dar xist. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, parlamenterên HDPê Saliha Aydeniz, Semra Guzel û Hişyar Ozsoy, Hevserokê HDPa Amedê Hulya Alokmen Uyanik, Zeyad Ceylan û hevşaredarên navçeyan di bernameyê de amade bûn.

Piştî pîrozbahiyên cejnê, Hevşaredar Mizrakli bi niştecihên bajêr re hevdîtinek pêk anî û guhê xwe da derd û kêşeyên wan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan