Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Mizrakli: Em hemû beşek ji vê civakê ne

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, di ‘Hevdîtinên Muxtaran’ ya di çarçoveya Civînên Plansaziya Stratejîk a 2010-2024ê de tên lidarxistin de axivî û got, “Em hemû hilbijartî ne, bar û berpirsyarî dane ser milê me. Gava ev berpirsyarî dane me, ji me tê xwestin ku em ji aqilê hev, zanîna hev, exlaqê hev û ezmûnên hev sûdê werbigirin.”

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Plansaziya Stratejîk a 2020-2024ê de Hevdîtinên Muxtaran bi muxtarên tax û gundên Pîran, Henê, Gêl û Karazê re pêk anî. Civîn li Navenda Çand û Kongreyan hate lidarxistin, di civînê de Hevşaredar Dr. Selçûk Mizrakli, şaredarên Pîran, Gêl, Karazê, endamên meclisa şaredariyê, midûrê giştî yê DÎSKÎyê Zeki Kantaci, alîkarên sekreterê giştî û serekên daîreyan amade bûn.

Hevşaredarê Bajarê Mezin dr. Selçûk Mizrakli diyar kir ku Şaredarî 15-20 sal e bi awayekî birêkûpêk van civînan li dar dixe û got ku mebesta van civînan ew e pirsgirêkan deynin ber xwe û bo çareserkirina wan rê û rêbazan peyda bikin. Mizrakli aşkere kir ku muxtarî di warê temsîlkirina demokrasiyê de pêngaveke giring e û got ku muxtar bo gihîştina her tax û gundî xwedan roleke giring in. Mizrakli di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya muxtaran û got ku em carina konsûltasyonê dikin, nexwe wekî din xwediyê kar muxtar in.

‘Dê temsîlîyeta muxtaran xurt bibe’

Mizrakli bi bîr xist ku Konseya Bajêr dîsa dest bi xebatên xwe kiriye û got, “Bawer im hinek hevalên me beşdarî civînên konseya bajêr bûne. Ji bo muxtaran jî temsîlîyet di konseya bajêr hebe hûn ê di nava xwe de hilbijartinê bikin. Lewre jî divê ev pergal mîna reh û rîçalan ji mejî heta bi dilî dewr û daîma xwe bike. Bi vî awayî divê temsîlîyeta demokrasiye bi awayekî herî serkeftî pêk were. Vî karî ne tenê em, em ê tev bi hev re pêk bînin.”

Mizrakli diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ku muxtarên jin jî li salonê hene û got, “Gava em dinêrin, di vê meclisê de hejmara mêran zêde ye. Ji bo em bikaribin heqîqeta civakî bi awayekî rast temsil bikin divê temsîliyeta jinan zêde bibe. Hêvîdar im di muxtariyê de jî pergala hevkeyatiyê bête sazkirin.

‘Rêgehên çareseriyê tên sazkirin’

Mizrakli destnîşan kir ku di berameyan de her kes dê gotina xwe bibêje û pirsgirêkan bidin ber xwe û got ku ew ê gel beşên pirsgirêka wan zêde heye jî civînan li dar bixin. Mizrakli, da zanîn ku di dawiya civînan de ev hevalên bi karê plansaziya stratejîk radibin civîneke nirxandinê bikin û got ku bo çareserkirinê jî ew ê rêgehên çareseriyê saz bikin.

Piştî axaftina Mizrakli, muxtarên Licê, Pasûrê û Hezroyê pirsgirêkên xwe yên der barê hatûçûn, ava vexwarinê, kanalizasyon, rê, çandinî û sewaldariyê de anîn ziman. Hevşaredar û serekên beşên têkildar bersiva van pirsan dan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan