Hevşaredar Mizrakli pisqêlet diyarî serkeftiyên LGSê kirin
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, 13 zarokên di ezmûna LGSê de puana herî bilind wergirt û bûn serkeftiyê Tirkiyeyê bi pisqêletan xeat kirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, pisqêlet diyarî 13 zarokên di ezmûna LGSê de bû yekemînê Tirkiyeyê kirin. Merasîma pisqêletdanê, li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê hate pêkanîn, ligel Mizrakli, zarokên serkeftî û malbatên wan di merasîmê de amade bûn. Ev organîzasyon bi piştgiriya Egitim-Sen Şaxa Hejmara 2yan a Amedê pêk hat, Mizrakli destxweşî li zarok û malbatên wan kir. Mizrakli, der barê siberojê de nêrînên van zarokan guhdarî kirin û gel malbatan sohbet kir.
Mizrakli di merasîmê de axaftinek kir û bi bîr xist ku Projeya Bajarê Zarok ji aliyê UNICEFê ve wek xebateka nimûne hatiye pejirandin û behsa xebatên şaredariyê bo zarokan kir.
