Hevşaredar Mizrakli xizmetên şaredariyê seh kirin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, karûxebatên Midûrtiya Şaxa Şitildankê ya bi ser Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ku li TOKÎya Seyrantepê ye, venêrtin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, karûxebatên Midûrtiya Şaxa Şitildankê ya bi ser Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ku li TOKÎya Seyrantepê ye, venêrtin. Di vê şitildankê de ajarên daran û şitilên kulîlkan tên çandin. Mizrakli, di serdanê de bi xebatkaran re xweşhal bû û bo xebatên wan spasiya xebatkaran kir. Xebatkaran jî ji ber dest bi karê xwe kiriye, daxwaza serkeftinê li Hevşaredar Mizrakli kir.
Mizrakli, der barê xebatên Şitildankê de agahî ji rayedaran wergirtin û paşê jî kulîlkên ku dê li refûj, park û duryanan bêne çandin seh kirin.
Mizrakli, serdana xwe ya bo cihên xizmetguzariya şaredariyê bi kişandina wêneyê tomerî bi dawî anî.
