Hevşaredaran serdana Kirxalîyê kir
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê, serdana gundê Kirxalî yê bi ser navçeya Peyasê kir û guhdariya derd û daxwazên şêniyên gund kir.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê, serdana gundê Kirxalî yê bi ser navçeya Peyasê kir. Hevşaredar bi welatiyan re rûniştin û guhdariya derd û daxwazên şêniyên gund kir. Di sedanê de ligel hevşaredaran, hevşaredarên Peyasê, midûrê giştî yê DÎSKÎyê û endamên meclisê amade bûn.
Hevşaredar ji aliyê şêniyên taxê ve hatin pêşwazîkirin û derbasî xwendebendekê bûn, li wir bi gel re rûniştin. Hevşaredaran guhdariya welatiyan kir û pirgirêkên wan nîşe girtin. Hevşaredaran bal kişand ku ew ê di çarçoveya maf û edaletê de xizmetê bikin û got ku bo çareserkirina pirsgirêka tax û gundê wan Şaredariya Bajarê Mezin dê zend û bendan bade. Hevşaredaran der barê xebatan de bîr û raya xwe bi şêniyên taxê re parve kirin.
