Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredarên ku keştiyên Gêlê kontrol kirin: Divê em ava vexwarinê paqij bihêlin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ku bi xwediyên keştiyan re li Gola Bendava Dîcle ya navçeya Gêlê hatin cem hev, diyar kirin ku keştiyên sotemeniya fosîl avê qirêj dikin û gotin, "Divê em ava vexwarinê ya 2 mîlyon mirovî paqij bihêlin." Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Se

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ku bi xwediyên keştiyan re li Gola Bendava Dîcle ya navçeya Gêlê hatin cem hev, diyar kirin ku keştiyên sotemeniya fosîl avê qirêj dikin û gotin, "Divê em ava vexwarinê ya 2 mîlyon mirovî paqij bihêlin."

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun çûn navçeya Gêlê û keştiyên di Gola Bendava Dîcleyê de dixebitin kontrol kirin. Tevî Hevşaredaran endamên meclîsa şaredariyê jî amade bûn. Hevşaredaran bi xebatkarên keştiyan re hevdîtin kirin û daxwazên wan guhdar kirin û ji bo paqijiya gol û derdora wê hişyarî dan.

Hevşaredar: Mazota fosîl gola bendavê qirêj dike

Hevşaredaran diyar kirin ku keştiyên sotemeniya fosîl gola bendavê qirêj dikin û destnîşan kirin ku divê ava vexwarinê ya 2 milyon welatiyên bajêr paqij bihêlin. Hevşaredaran diyar kirin ku divê keştî ji sotemeniya fosîlê derbasî enerjiya nûjen bibin.

'Em ê hin tedbîran bigirin'

Hevşaredaran destnîşan kir ku ji paqijiya gola bendavê bigire heta ewlekariya wê ji her tiştî berpirsyar in û destnîşan kirin ku xwediyên keştiyan ji bo geştiyaran baldar bin û destnîşan kirin ku ew ê hin tedbîran bigirin.

Hevşaredaran serdana esnafên li qeraxa gola bendavê jî kirin û xwestin ji bo maseyên ku li qeraxê golê hatine danîn, rêgez bên çêkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan