Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevserok Bucak bi nûnerên şaredariyên Filistîn, Lubnan û Urdunê re hevdîtin kir

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak bi nûnerên şaredariyên Filistîn, Lubnan û Urdinê yên ku beşdarî civîna UCLG-MEWA bûn re hat cem hev. Civîna Lijneya Rêveberiyê ya Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyaya Rojava (UCLG-MEWA) ya Bajar û Rêveberiyên Herêmî yên Yekbûyî l

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak bi nûnerên şaredariyên Filistîn, Lubnan û Urdinê yên ku beşdarî civîna UCLG-MEWA bûn re hat cem hev.

Civîna Lijneya Rêveberiyê ya Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyaya Rojava (UCLG-MEWA) ya Bajar û Rêveberiyên Herêmî yên Yekbûyî li navçeya Karataya Konyayê di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak ku duh di Civîna Tora Bajarên Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de axivî, îro bi şaredar û nûnerên şaredariyên Filistîn, Lubnan û Urdunê re hevdîtinek pêk anî. Bi Bucak re Hevserokê Şaredariya Baxlarê û Komeleya Şaredariyên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) Siraç Çelîk jî amade bû.

Di civînên ku der barê şaredariyan de fikrên hevpar hatin guherandin, di demên pêş de biryarên xebatên hevpar hatin girtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan