Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevserok Bucak beşdarî civîna Koma Xebatê ya Wekheviya Zayendî bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak li Stenbolê beşdarî civîna Koma Xebatê ya Wekheviya Zayendî ya Îtîfaqa Pêşverû bû. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak beşdarî civîna salane ya Koma Xebatê ya Wekheviya Zayendî ya Îtîfaqa Pêşverû ya li Stenbolê bû ku ji 27 welatên Ewropa, Rojhilata Navîn

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak li Stenbolê beşdarî civîna Koma Xebatê ya Wekheviya Zayendî ya Îtîfaqa Pêşverû bû.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak beşdarî civîna salane ya Koma Xebatê ya Wekheviya Zayendî ya Îtîfaqa Pêşverû ya li Stenbolê bû ku ji 27 welatên Ewropa, Rojhilata Navîn û Afrîkayê jin di nav de cih digirin. Di civîna du rojan a li oteleke li Floryayê de, dê li ser pirsgirêkên jinên cîhanê bi taybetî wekheviya zayendî û çareseriyên hevpar nîqaş bên kirin.

Hevserok Bucak bal kişand ser têkoşîna jinan a di rêveberiyên herêmî de

Hevserok Bucak der barê zayend, demokrasiya herêmî, têkoşîna jinan û tecrubeyên rêveberiyên herêmî de axivî. Bucak di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya qeyûman, temsîliyeta wekhev û pergala hevserokatiyê jî.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan