Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevserokê HDPê Temelli serdana şaredariyê kir

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir û got, “Em dixwazin demokrasiya xwecihî bibe malê civakê, gel têkevê û demokrasiya radîkal ava bibe da ku xizmetguzariyeka ji xwecihî ve bi pêş bikeve.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli ligel parlamenteran Gulistan Koçyigit, Saliha Aydenîz, Hişyar Ozsoy, Hevseroka HDPa Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Temelli û şanda pê re li ber derî ji aliyê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dr. Selçûk Mizrakli, endamên meclisê, alîkarên sekreterê giştî û serekên daîreyan ve hatin pêşwazîkirin.

Hevşaredar Mizrakli, kêfxweşiya xwe bi serdanê anî ziman û got, “Em bi we re kêfxweştir û şanaztir in. Her ku em hev dibînin, em dixwazin bêhtir herin pêş, di rêwîtiya hêviyê de gavekê diçin pêştir. Hem sozek me heye hem me daye xwe hem jî me daye gelê xwe. Yanî em têne ba hev û derdên me kêm dibin. Em ji we hêzê werdigirin.”

Hevserokê HDPê Sezai Temelli jî bal kişand ku bo mîtînga ewil a herêmê hatine Amedê û di axaftina xwe de behsa pêşxistina demokrasiya xwecihî, rêveberiyên herêmî û geşkirina demokrasiye kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan