Hevserokên HDPê serdana şaredariyê kir
Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir û ji hevşaredaran re serkeftin xwest.
Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir û ji hevşaredaran re serkeftin xwest. Hevşaredaran, Buldan û Temellî li ber deriyê protokolê bi kulîlkan pêşwazî kirin. Piştî pêşwazîkirinê Hevşaredar Adnan Selçuk Mizrakli, diyar kir ku 1ê nîsanê gel destûrname daye wan û gotiye hinekan jî oxir be. Mizrakli, da zanîn gelek tiştên gotinê hene, lê ew ê wan li pey xwe bihêlin û ji vir pê de dest bi kar û xizmeta xwe bikin. Mizrakli aşkere kir ku gelek pirsgirêk ketine ser hev û got ku ew ê bo çareserkirina wan zend û bendan badin.
Mizrakli: Wan 1 ton û 600 kg qedayîfa bi fistiq xwariye
Hevşaredar Adnan Selçuk Mizrakli bal kişand ku gelek deynê Şaredariyê ketiye ser hev û got ku vîdeo û wêneyên talan û îsrafê ji aliyê her kesê ve hatiye dîtin û weha axivî: “Di karê me de bi qasî mûyekî talan û îsraf nîn e. Her tişt dê ron û aşkere be. Her tişt dê mîna dilê we pak û paqij be. Piranî gava behsa muxalîfan dibe, kêfa min nayê ez bibêjim wan weha kir wan weha nekir. Ez ji vê rêbazê hez nakim. Her weha ez naxwazim bi hejmaran diyar bikin ku wan ew qasî deyn li pey xwe hiştiye. Jixwe gava roja wê hat, çavdêrên navneteweyî, ji Sayiştayê, ji Wezareta Darayî gava pisporên hesabê hatin, em ê hemû deynan bi belge û delîl deynin ber wan. Lê ez dixwazim tiştekî din ji we re bibêjim. Wana 1 ton û 600 gr qedayîfa bi fistiq xwariye. Ev reqem giring in. Bi sedan taximên fincanan ên gelek buha şandine, lêçûna wan 92 hezar TL digire. Ez ji Komela Sarmaşikê têm. Gava min ev reqem bihîstin, di hişê min de ew malbatên pêdivî hatin bîra min. Ez dizanim ka ev reqem teqabulê çi dikin. Bi kurtî vê bibêjim bi 92 hezar TLyê bo fincanan dê pêdiviya xwarinê ya mehekê bo 460 malbatan bête bicihanîn.”
Em ê ser bingeha pêdiviyên civakê kar bikin
Mizrakli bi bîr xist ku tu bi 112 hezar TLyê bidî kirrîna maseyan, tu dikarî bo mehekê pêdiviya xwarina 560 malbatan dabîn bikî û axaftina xwe weha domand: “Em ê tim bala xwe bidine ser xizmetguzariya şaredartiya ku di hawara feqîr û destengan radibe. Lê ligel vê em ê pêdiviyên gelekî ên civakî, aborî, ruhanî û baweriyê jî bidin ber xwe û pêdiviyên her sal û temenî dê bên çareserkirin. Rêveberiya xwecihî ya me dê bibe neynik û awêneya xelkê xwe û li ser esasê daxwazên gel bixebite.”
Em ê xebatan bi hev re bimeşînin
Mizrakli destnîşan kir ku ew ê zêde li ser talan û wêraniya rêveberiya berê ranewestin û got ku divê em bixebitin û hilberînin. Mizrakli amaje pê da ku ew ê hemû kar û xizmetguzariya xwe bi gel re bimeşînin û got, xebatek çend bibe malê gel, çend bibe malê civakê û çend ser pîverên demokratîk be dê ew qasî xurt û geş bibe. Mizrakli, ji bere w layiqî vê wezîfeyê dîtine û hilbijartine, spasiya gelê Amedê kir û axaftina xwe bi dawî anî.
Piştî Hevşaredar Mizrakli, herdu Herserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî, yek yekî axaftinek kir û hevbendiya xwe bi hevşaredarên nû bijartî re diyar kirin.
