Hin sefîran serdana Guzeloglu kir
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li Meqamê Parêzgariyê yê li Îçkelayê pêşwazîya komek sefîrên dewletên biyanî yên li Enqereyê kir. Sefîr, bi serperiştiya nûnertiya Wezareta Navxweyî û Parêzgeriya Diyarbekirê serdana bajêr dikin.
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li Meqamê Parêzgariyê yê li Îçkelayê pêşwazîya komek sefîrên dewletên biyanî yên li Enqereyê kir. Walî Guzeloglu, sefîrên dewletan, li Îçkaleyê tevî malbatên wan kirin mêvan û kêfxweşiya xwe bi vê mêvaniyê anî ziman.
Di serdanê sefîrên dewletên Komara Kibrisê ya Tirkî, Îngilistan, Ukrayna, Hindistan, Qirxizistan, Polonya, Romanya û Îranê amade bûn.
