Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî ji bo pêşîlêgirtina li nexweşiyan daran derman dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li 4 navçeyên navendî yên bajêr, derman dirêje ser hemû cureyên nebatan, nemaze daran, ji bo ku ew tendurist mezin bibin.

Midûriyeta Giştî ya Park û Baxçeyan, li gorî bernameya xwe ya xebatê, li navçeyên Sûr, Rezan, Peyas û Yenîşehîrê, li ser rêyan, li qadên hêşîn, li parkan û li deverên hevqetandinê derman dirêje da ku wan ji nexweşiyên gengaz biparêze.

Ekîbên ku 12 mehên salê bi xebatên cuda li meydanê ne, demsala dermanreşandinê di mehên Nîsan û Gulanê de bi têkoşîna li dijî giyayên bejî vekirin û di mehên Hezîran û Îlonê de jî bi têkoşîna li dijî mêşên afîd (kêzika pelxwer) derman reşandin.

Ji bilî dermanreşandina rûtîn, Midûriyeta Giştî ya Park û Baxçeyan 12 mehên salê jî midaxeleyî wan darên nexweş ên li qadên hêşîn dikin û xwedî li nebatan derdikevin.

Ekîb, ji bo ku rehetiya welatiyan zêde bibe, xebatên xwe bi şev pêk tînin û bi dermanên xurtker ên reh û pelan jî dibin alîkar ku nebat tenduristtir mezin bibin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan