Îsmail Beşîkçî serdana Mizrakli kir
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, lêkolîner, nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî kir mêvan.
Lêkolîner, nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî ligel Nûnerê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Amedê Saîd Veroj serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir û daxwaza serkeftinê lê kir.
Mizrakli li ber derî pêşwazîya Beşîkçî kir û kêfxweşiya xwe bi vê serdanê anî ziman û spasiya mêvanan kir. Beşîkçî jî di xizmetguzariya nû de daxwaza serkeftinê li Mizrakliyî kir.
