Îtfaiyeyê der barê xeniqînê de hişyarî kirin
Serokatiya Daîreya Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo rêgirtina xeniqînên havînan di avê de çêdibin lîsteya hişyariyeke 12 xalî weşand.
Serokatiya Daîreya Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo rêgirtina xeniqînên havînan di avê de çêdibin xebatên xwe dimeşîne. Ekîbên Îtfaiyê li keviya Çemê Dîjleyê tabelayên hişyariyê daleqandin, li ser tabelayan, ‘têwerbûna avê xeter e û qedexe ye’ nivîsiye. Her weha rû bi rû bi welatiyan re hevdîtin tên kirin û ew tên hişyarkirin.
Serokê Daîreya Îtfaiyê Îbrahim Hakki Bîlîcî der barê mijarê de daxuyaniyek da û weha got: “Li herêma me sedema herî mezin a xeniqîna di avê de ew e ku xelkê me guhê xwe nade hişyariyan û bêpaxav tevdigere. Çawa dinya germ dibe, xelk dikeve behrê, li herêma me xelkê bo xwe honik bike dikeve golan, çeman, co û cihokên avdanê. Lê ku bi baldarî xwe tê wer nekin, mirov di avê de dixeniqin. Li gorî îstatîstîkan ji sedî 95 sedema xeniqînan bêtevdîrî û nezanî ye. Hinek jî bi sebeba fort û xwe nîşandanê dixeniqin. Li Tirkiyeyê herî zêde xeniqîna di avê de li herêma Deryareş çêdibe û sedema wê jî, mirov paxavê bi hişyariyan nakin.”
Dijî xeniqînê 12 bendên hişyariyê
Bîlîcî bi bîr xist ku 12 bendên hişyariyê dijî hene û got, divê welatî li cihê ne şareza bin xwe nexin avê, divê bi tena serê xwe avjeniyê nekin, divê seroser xwe di ava binê wê nabînin wernekin û divê bo xwenîşandana melevanê jêhatî fortan nekin.
