Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji bo kursên çand û hunerê eleqeyeke mezin heye

Şaredariya Bajarê Mezin bi mebesta hobî û bidestxistina pîşeyekê kursên ziman, muzîk, fotokêşiyê û şanoyê vekirin û ev kurs, eleqeyeke mezin ji welatiyan dibînin.

Serokatîya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî ku di warê xwe de gelek xebatên baş meşandine, di beşên cihê cihê yên çandî û hunerî de kurs vekirine, 2 hezar û 236 kes ji van kursan sûdê werdigirin.

Gerînendetîya Parastin û Pêşvebirina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin bi şeş zimanên wek Kurdî, Erebî, Zazakî, Suryanî û Osmanî kurs bi navê Atolyeya Zimanên Şaristaniyê vekirin û kursê, bi beşdariya Waliyê Diyabekirê Munîr Karaloglu û hezar xwendekaran dest bi perwerdeyê kir.

Ji kursa muzîkê ya online 442 kes sûdê werdigirin

Di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî de, ji ber pandemiyê bi navê “Kursa Muzîkê” bi awayekî online tê dayîn û 442 xwendekar di vê kursê de perwerdeya tembûr, saz, gitar, bilûr, ney û armonîya muzîkê dibînin.

Hunermendên Konservatuara Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin di “Kursa Muzîkê” de dersê didin.

Kursîyer fêrî fotokêşiyê dibin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ciwanan “Perwerdeya Fotokêşiya Bingehîn” bi awayekî bêper li dar xistiye û beşdar tê de hînî hemû hûrgiliyên fotovaniyê dibin.

Perwerde wek teorî û pratîk ji 2 qonaxan pêk tê û 184 kes jê sûdê werdigirin.

Kursa fotovaniyê ji aliye perwerdekarên Navenda Perwerdeya Gel ve tê meşandin, maweyê kursê 120 saet e û di encamê de sertifikaya bi mohra MEB’ê dê ji beşdarên kursê re bên dayîn.

Kursên hunerî yên konservatuara di bin Serokatîya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de perwerdeya gitar, çello, bilûr, keman, piyano, tembûr, perwerdeya dengî, klarnet, kabak, kemane, filûta teniştê, wêne, erbane û neye tê dayîn û 500 kes jê sûdê werdigirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan