Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Der barê serlêdana bi dîroka 24/04/2019an a bo Şaredariya Bajarê Mezin de; ji bo kombûna li meydanê ya bi mijara “Têgihiştina Hz Pêxember (S.X.L) û jiyîna suneta wî” ku dê li Parka Newrozê ya li ber navçeya Baglarê pêk were, serlêdan li şaredariya me hatiye kirin.

Kombûna meydanî 28/04/2019an saet di navbera 12:00-17:00an de tê lidarxistin. Ji bo vê yekê Şaredariya me demildest konteynirên sergoyan hilanîne, bîdonên sergoyan vala kirine, kevir, kertol û gende li hawirdorê hatine hilanîn û maliştin, ji bo piştî mîtîngê rêbiwar bên arastekirinê xebat hatine kirin, zabite ji bo vî karî hatine wezîfedarkirin, WCyên guhêzbar hatine bicihkirin, ji bo komsiwariyê seferên zêde hatine dabînkirin ku xelkê me mexdûr nebe, beşên têkildar demildest xebatên xwe pêk anîne. Li ser medyaya civakî û medyaya herêmî agahî hatine berevajîkirin û hatiye xwestin têgihîştineke siyasî jê re peyda bikin û navê Şaredariya me pê bête reşkirin. Me çawa dest bi kar kir, me deklare kir ku em ê bêyî ferq û cudayî xizmetguzariya şaredariyê bînin cih.

Lê hin alî propagandayeka reş dikin ku navê Şaredariya me û xizmeta me leke bikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Em bi rêz û hürmet ji raya giştî re radigihînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan