Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

JI ÇAPEMENÎ û RAYA GIŞTÎ RE

Di dîroka 6.08.2019ê de Rojnameya Yenî Şafak di rûpela xwe ya serî de nûçeyek bi sernava “PKK di Şaredariyê” de weşand û nûçeyê di malpera www.yenisafak.com de cih girt, vê nûçeya ku şaredariya me kiriye hedef, agahî berevajî daye, êrişî mafên kesane yên xebatkarên me kiriye, ev nûçe dûrî rastiyê ye û ji binî ve xelet e.

Roja 16ê nîsana 2019ê em hatine ser kar û jê pê de d idi hemû xizmetguzariya xwe de xizmeta bo xelkê xwe daye pêşiya hemû kar û xebatan. Em dikin xizmeta herî baş û bi kalîte bo gelê xwe bikin û di xebatên xwe de pîvana me ya sereke em her dem bi ked û kedkaran re ne, di nava 2,5î de mexdûriyeteke mezin çêbûye, xebatkarên saziya me kêm in û me hewl daye vê kêmaniyê berteref bikin.

Lewre jî ew îdiaya ku di nûçeyê de hatiye ku dibêje, “248 kesên ji ber têkiliya wan bi terorê re peymana wan hatiye betalkirin dîsa girtine kar” îdîayeke bêbingeh e. 43 karmend ligel ku der barê wan de tu lêpirsîn nebûne ji kar hatibûn bidûrxistin, me ew paşve wergirtine. Her weha di dema borî de 8 kesên ji kar hatibûn bidûrxistin, doz li dadgehê vekirine û doza xwe qezenc kirine. Ew kes dîsa li kar hatine vegerandin. 3 ji zabiteyan jî di encama biryara dadgehê de mafdar hatine dîtin û vegeryane ser karê xwe. Her weha 109 xebatkarên taşeronî ku di encama lêpirsîna ewlehiyê de bo kadroyê nehatbûn wergirtin, dozên xwe yên li dagehên îdarî yên Amedê qezenc kirine û vegeryane ser karê xwe. Ev pêvajoya qanûnî çawa di qanûnê de hatiye, ji aliyê Şaredariyê ve bi wî şilkî hatiye biencamdan. Ji van darizandinan Walîtiya Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin bi zincîrane berpirsyar in. Walîtiya Amedê tim û tim agahîyê dixwaze bê ka ev biryar tên pêkanîn an nayêne pêkanîn. Herî dawî kesek jî dadgeha îstînafê biryara wî pesen kiriye û ew kes vegeryaye ser karê xwe.

Di vê mijarê de divê bê zanîn ku van kesan, ev dozên xwe bi biryara dadgehê berî hilbijartina 31ê adarê qezenc kirine lê qaym nehiştine wan dîsa wergirin kar. Bo nimûne, xebatkarekî me doza kar di hezîrana 2018ê de qezenc kiriye, ligel vê jî di nîsana 2019ê de ew paşve nehatiye wergirtin û ji ber vê yekê şaredariya me mehkûmî tazmînatê hatiey kirin û ketiye zirarê. Divê bê zanîn ku Dewleta Komara Tirkiyeyê dewleteka hiqûqê ye û biryarên dadgehan pêvgir in, lewra jî em berevajiyê dema qayiman em li gorî qanûnê kar û barê xwe dimeşînin.

Ji bilî van kesên paşve hatine wergirtin, 86 kes jî bi girêbesteka 9,5 heyvan wek xebatkarên dermankirinê hatine wergirtin. Ev bi statûyeka demborî kar dikin û di vê kiryarê de ti tiştekî derî qanûnê nîn e. Her tişt li gorî prosedûra yasayî hatiye biencamdayîn.

Heman kiryar ji bo şêwirmend, serekên daîreyan û alîkarên sekreterê giştî jî hatine bicihanîn. Berevajiyê îdiayên di wê nûçeyê de, hevalên me yên li van erkan hatine wezîfedarkirin hemûyan jî zanîngehên herî bilind, lisans û doktora xwe kiriye. Tev di karê xwe de şareze û jêhatî ne. Kesên bo alîkariya sekreteriyê û serektiya daîreyan hatine wergirtin, berevajiyê îdiayan ji derve nehatine wergirtin, tevan li gorî qanûnên vê dewletê memûrî kiriye û di encama lêpirsînê de hatine wezîfedarkirin. Lewre jî şaredariya me berevajiyê îdiayan, wezîfedarkirin li gorî lîyaqatê kiriye û ev dê tim wisa be.

Li gorî qanûnên Komara Tirkiyeyê kes ji kiryarên xwe berpirsyar e. Lewre jî ku mirov kesî ji kesayeta wî derxe û bi awayekî din îsnad bike, ev gorî qanûnê binpêkirina mafên kesane ye. Lewre jî em hedefnîşandana hevalên xwe yên dilsozê xizmeta Amedê şermezar dikin, vê kiryarê wek tacîz û êrişkirina bi ser mafên kesane dibînin. Ev kesên dibêjin, “Wa şaredarî di 4 mehan de dagerandiye kampa PKKê” di rastiyê de qanûnên vê dewletê binpê dikin. Em, hem wek kesayet hem jî wek sazî dê li dijî nûçeyên kirêt ên bi vî rengî hewldanên xwe bikin, em hemû îdiayên bêbingeh red dikin û em ê mafê xwe yê berevaniya qanûnî jî biparêzin. Bi rêz û hurmet em vê yekê ji raya giştî re radigihînin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan