Ji Kişanak Kartê pîrozbahiya Hevserokan
Gültan Kişanak kudi sala 2014’an de di hilbijartinên herêmî de ji %55.11 bi dest xwe ve anîbû û wekî hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû hilbijartin, di 1 Sermaweza 2016’an de bi talimata Wezareta Navxweyî ji kar hatibû vegirtin, ji girtîgeha Kocaelî ya Kandira Tîpa F yê ku tê de ye kartê pîrozbahiyê ji hevserokan re şand û di karê wan de hêvîya serkeftinê kir.
Gültan Kişanak,kudi 30 Adara 2014’an de di hilbijartinên herêmî de bi %55.11 wekî hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû hilbijartin û di 1 Sermaweza 2016’an de bi talimata Wezareta Navxweyî ji kar hatibû vegirtin, ji girtîgeha Kocaelî ya Kandira Tîpa F yê ji hevserokan re kartê pîrozbahiyê şand. Kişanak, di kartê xwe de diyar dike ku wê berê peyama xwe ya pîrozbahiyê şandibû û weha berdewam dike; “Ji bo binvîsim hinekî mam ku serê we piçekî rihet bibe û qelebalixa li ser we hinekî bihedine. Bawer im ku êdî handanekî zêde di karê we de destpê kiriye û wextê we ji kar û xebatê nabe ku hûn serê xwe rakin. Hêviya qewet û serkeftinê ji we re dikim. Ez ji dil pê bawer im ku hûn ê bi dildarî û kelecanek mezin bişixûlin û tiştên baş bikin. Sewda Amedê hêz û taqetê dide mirov. Ez bixwe jî şahidê wê eşqa we ya Amedê me. Hêvîdar im tahrîbkariya Qeyyûm nebe asteng ku rê li ber karê we bigre. Heger wisa be jî ez zanim hûn ê ji heqê wê derkevin. “
Kişanak peyama xwe ya pîrozbahiyê bi, “careke din pîrozbahiya we dikim û hêviya serkeftinê di karê we de li we dikim. Bi navê we, silavan min li hemû endamên me yên meclîsê û hêviya serkeftinê li we hemûyan dikim.” temam kir.
