Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

JI RAYA GIŞTÎ RE

DAXUYANÎYA DÎSKÎ’YÊ DER BARÊ QELÎTEYA AVA VEXWARINÊ

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê; avê li gorî “Rêziknameya Der Barê Ava Vexwarinê” ya Wezareta Tenduristiyê analiz dike û piştî kontrolên qelîteyê wê avê dide ber xizmetê.

Her roj nimûne ji ava ji Dezgehê Parzinandina Ava Vexwarinê ya Amedê tê hilanîn û hefteyê çend rojan jî ji hin niqteyan nimûneyên avê tên wergirtin û li Laboratuara Kontrolkirina Qelîteya Ava Vexwarinê ya DÎSKÎyê analîza wan tê kirin.

Encamên van analîzan, wek pêdiviya standartên akredîteyê di arşîva laboratuarê de tên ragirtin. Her weha encamên analîzên Dezgehê Parzinandina Ava Vexwarinê, bi sernavê rapora avê ya rojane, di malpera webê ya DÎSKÎyê de tên weşandin.

Midûrtiya DÎSKÎyê der barê mijarê de daxuyaniyeke berfireh weşand û bo gilî gazinan jî xwest ku pêwendî gel hejmara ALO DÎSKÎ 185 bête kirin. Ev telefon roj 24 saet di xizmeta welatiyan de ye.

Ji bo encamên rapora analîza avê ya DÎSKÎyê: https://www.diski.gov.tr/icerik/detay.aspx?Id=22

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan