Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji sefareta Swêdê serdana Mizrakli

Şûngira Sefîrê Swêdê Tove Gronberg, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir. Di serdanê de Mizrakli got, têkoşîna jinan li ser binemayê parastina hemû mirovahiyê ye.

Şûngira Sefîrê Swêdê Tove Gronberg, Berpirsê Karûbarên Siyasî Serkan Taş û Peyvdar Therese Svenssonê serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir û pîrozî lê kir.

Şûngira Sefîrê Swêdê Tove Gronberg, bal kişand ku cara ewil e serdana herêmê dike û got ku ew kêfxweş e ku hatiye Amedê. Gronberg da zanîn ku ew hatine da ku hem der barê herêmê de hem jî der barê Amedê de bêhtir bibin xwedî agahî û ji ber encamên hilbijartinê Mizrakli pîroz kir.

Mirzakli jî bal kişand ku ew gelek kêfxweş in ku vê şandeyê li Amed û li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêşwazî dikin. Mizrakli axaftina xwe bi îngilîzî domand û got ku Swêd hem bi xwecihî hem jî bi giştî xwedan demokrasiyeka baş e û weha axivî: “Em dizanin ku li dinyayê em bi tenê nîn in. Dostên me bi me re ne.” Mizrakli, dyar kir ku ew dixwazin ji ezmûna demokrasiya Swêdê sûdê werbigirin û got, “Em dixwazin vê ezmûnê bi hev du re parve bikin. Hem em bên serdana we, hem jî hûn bên serdana me û bi hev re parvekirina ezmûnan bikin.”

Têkoşîna jinan ser binemayê parastina mirovahiyê ye

Mizrakli bal kişand ser qewmînên herêmê jî û got, “Me qewmînên van salên dawîn li Rojhilata Navîn dîtin, sertapê bi hovane û derî mirovahîyê bûn. Em bi hev re dikarin êşa van bûyeran derman bikin. Bi taybetî di vê barê de jinan nîşanî me mêran û hemû mirovahiyê da ku dê çawa serederî pê bikin. Jinan ne tenê jiyana xwe her weha ji bo parastina hemû mirovahiyê xebitîn.”

Di encama hevdîtinê de Mizrakli tableta ku eyloyê duserî li ser e, diyarî mêvanan kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan