Kampa Havînê ya Zarokan dest pê kir
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, gava dibistan dikevin havînê li bajaroka Gezîn a bi ser Madena Elezîzê ji bo zarokên desteng, li kuçeyan dixebitin û fersenda wan a betlaneyê neyî kampa havînê li dar dixe. Zarokên 9-14 salî dikarin beşdarî kampê bibin, kamp dest pê dike.
Serokatîya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, her sal, gava dibistan dikevin havînê li bajaroka Gezîn a bi ser Madena Elezîzê ji bo zarokên desteng, li kuçeyan dixebitin û fersenda wan a betlaneyê neyî kampa havînê li dar dixe. Zarokên 9-14 salî dikarin beşdarî kampê bibin, kamp dest pê dike. Îsal cara 14an kamp tê lidarxistin. Ji bo beşdariya kampê jî, zarok divê serlêdana xwe gel dê an jî bavê xwe li Sumerparkê bike.
Li gorî bernameyê, kamp 1ê tîrmehê dest pê dike û heta 1ê îlo bi kom bi kom dê dewam bike. Her komek dê 6 roj kampê bike. Hemû pêdiviyên zarokan ji kîsê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ne. Di kampê de xwarin û aktîvîteyên fîzîkî û sosyal bo zarokan hene. di kampê de zarok dê fêrî avjeniyê bibin û di şeva dawîn a kampê de zarok li dora agirekî gur dê şahîyeke mezin li dar bixin.
Piştî roja dawîn, otobûsên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokan dîsa vedigerînin bajêr û radestî malbatên wan dikin. Di kampê de perwerdekar, nojdar û wezîfedarên şaredariyê jî amade ne.
