Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çevre Koruma ve Kontrol

Kampanyaya ‘Bi keda kolektîf bajarên paqij’ dest pê kir

Li Amedê bi armanca avakirina qadên jiyanê yên paqij, tendurist û domdar kampanyaya “Bi keda kolektîf bajarên paqij” hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ku dê di navbera 10-21ê Tebaxê de dewam bike, bi beşdariya hevşaredaran û welatiyan dê li seranserê bajar hem paqijiya fîzîkî hem jî xebatên ku derketina hişmendiya civakî mîsoger dikin werin meşandin.

Ji bo ku Amed bibe xwedî hawirdoreke paqij û tendurist û qadên jiyanê yên domdar werin afirandin, ji hêla Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEMê) û Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan ve kampanyaya “Bi keda kolektîf bajarên paqij” hat destpêkirin. Starta kampanyayê li Dortyola Baxlarê hat dayîn.

Di daxuyaniya li Dortyolê de Wekîla Serokê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Evîn Yelboga, Hevberdevkê Meclisê Ayhan Karatekîn, hevşaredarên navçeyan, serokên daireyan, endamên meclisê, Hevserokên Bajar ên Partiya DEMê û welatî beşdar bûn.

Xurtkirina hişmendiya berpirsiyariya hevpar tê armanckirin

Li seranserê kampanyaya ku dê di navbera 10-21ê Tebaxê de bête kirin, xurtkirina beşdariya civakî û hişmendiya berpirsiyariya hevpar tê armanckirin. Di çarçoveya kampanyayê de li taxan bi welatiyan re bi awayekî koordîne xebatên paqijiyê dê werin meşandin. Ji kuçe û kolanan, parkan, qadên keskeşîn û avahiyên kavil di gelek xalan de paqijiya berfireh dê bête kirin.

Kurdîya daxuyaniyê ji hêla Hevşaredara Yenîşehirê Safiye Akdag û Tirkîya wê jî ji hêla Hevşaredarê Baglarê Siraç Çelik ve hat xwendin.

‘Paqijxistina hawirdorê di destê me de ye’

Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku kampanya ji bo mirovan, qadên jiyanê, xwezayê û jiyana ekolojîk xwedî giringiyeke mezin e û hat gotin: “Gul û gulistankirina hemû qadên ku em lê ne di destê me de ye.” Hat diyarkirin ku şaredarî dê berpirsiyariyên li ser milê xwe bi cih bînin û hat gotin baweriya wan heye ku gel jî ji bo paqijxistina qadên jiyanê dê hestiyariya pêwîst nîşan bide.

Di daxuyaniyê de ev îfade hatin bikaranîn: “Lê belê divê em bi vê re jî nemînin. Yên ku li cem me dimeşin, li pişt me rûdinên; bi kurtî li ku derê dibe bibe, hişyarkirina her kesê ku Amedê qirêj dike û li ser vê mijarê avakirina hişmendî û agahdariyê erka me ya hevpar e. Eger em Amedeke paqij û hêjî-jiyînê dixwazin, divê em bizanibin ku em nikarin vê bi hewldana çend kesan an jî tenê beşên diyarkirî bi dest bixin. Em dikarin Amedeke paqij tenê û tenê bi hestiyariya hevpar, keda hevpar û refleksên hevpar ên wekî gelê Amedê hemû biafirînin. Dema ku em dibêjin ‘Bajarên Paqij’, em tenê behsa paqijiya fîzîkî ya kolan û qadên xwe yên jiyanê nakin. Di heman demê de em têkoşîna civakî, paqijî û zelalbûna li dijî muptelatiya madeyan û fihûşê jî wekî bingeh digirin.”

Xebata paqijiyê hat kirin

Piştî daxuyaniyê bi beşdariya hevşaredaran jî di serî de peyarê, binê dîwaran û xalên kor li gelek Herêman paqijî hat kirin. Niştecihên taxê jî piştgirî dan kampanyayê.

Hevşaredaran ku broşûrên agahdarkirinê li niştecihên taxê belav kirin, bang li hemû gel kir ku beşdarî xebatên di çarçoveya kampanyayê de bibin; xwedî li kolan, tax û bajarê xwe derkevin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan