Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Kampanyayek bo trafîkê li dar ket

Wezareta Navxweyî bi mebesta rêlibergirtina qezayên trafîkê kampanyaya “Em Nobedarê ewlehiya peyayan in” da destpêkirin, Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu beşdarî vê kampanyayê bû.

Wezareta Navxweyî, li 81 bajaran bi hevwextî kampanyaya “Em Nobedarê Ewlehiya Peyayan in” da destpêkirin. Bo piştgiriya kampanyayê li Deriyê Çiyê helkeftek li dar ket, Walî Hasan Basrî Guzeloglu ligel Midûrê Asayîşa Bajêr Şukru Yaman, Fermandarê Alayê Tuxgeneral Mustafa Erdem, endamên Jûra Şofêr û Otomobîlvanan, serekên koperatîfên komsiwariyê û xwendekar beşdarî kampanyayê bûn.

Di bernameyê de xwendekaran dowîz hildan, li ser dowîzan, “Tu jî yek ji peyayan î”, “Şofêr xelek diajo qerta sor bidinê”, “gavana pêşîn bo jiyanê”, “di vê rê de em tev bi hev re ne”, “baldar here jiyanê bijêre” û “pêşî peya, pêşî jiyan” nivîsandibû.

Derheqê vê kampanyayê de Walî Guzeloglu aşkere kir ku ew ê li 130 niqteyan hezar polîsên trafîkê bi mebesta ewlehiya canê peya û mirovan wezîfedar bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin, mebest ji vê pêngavê ew e, can û malê xelkê were parastin û rê li ber qezayên trafîkê were girtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan