Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Karaloglu: Elezîz û Diyarbekir nêzî hev dibin

Walî Munîr Karaloglu, beşdarî merasîma vekirinên tomerî ya li Şaroşkeya Uçocak a Aricaka Elezîzê, bû. Li şaroşkeya Uçocakê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Yekitiya Şaredariyan a GAP’ê ve projeyên Parka Millet, Qada Mehserê, Pira Goristanê û rê û rêbar tên çêkirin, ji bo destpêkirina van projeyan merasîmek hate lidarxistin.

Walî Karaloglu di bernameyê de got ku çand, bawerî, kevneşopî, muzîk, folklor û zimanê Palû, Henê, Pîran, Aricak û Licê dişibe hev.

Karaloglu diyar kir ku wan li Henê bi şêniyan re civînek li dar xistibû, şêniyên vê navçeyê amaje bi wê çendê dabû ku duristbûna rêya di navbera Henê û Uçocakê ji wan re pir giring e û got, lewra jî wan biryar daye ku vê rê çêkin.

Karaloglu di dewama axaftinê de bi bîr xist ku ev proje ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û Yekitiya Şaredariyên GAP’ê ve bi hevkarî têne meşandin û got ku ew ê bajarê Diyarbekir û Elezîzê nêzî hevdu bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan