Karaloglu: Me kapasîteya hilberandina ziftê kir 3 qatî
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, plenta nû ya Şaredariya Bajarê Mezin ku di saetê de dikare 240 ton zift û qîrê hilberîne venêrt.
Şaredariya Bajarê Mezin, xizmetguzariyeke berfireh li ser çaksaziya rê û rêbaran dimeşîne. Rêyan asfalt dike, asfalta xirabûyî ji nû ve çêdike û hewl dide konfora hatûçûna li Diyarbekirê bi xizmetguzariyeke berfireh bi pêş bixe. Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo pêşxistina kapasîteya hilberîna ziftê plenteka nû ya ziftê saz kir.
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, serdana Şantiyeya Plenta Asfaltê ya Şaredariya Bajarê Mezin kir û der barê wê de agahî ji rayedaran wergirtin. Şantiye li devera Devegeçîdî ya ser Rêya Elezîzê ye û dikare di saetekê de 240 ton ziftê hilberîne. Plenta berê di saetekê de 160 ton asfalt hildiberand.
