Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Kartên betalkirî dîsa tên aktîvekirin

Şaredariya Bajarê Mezin, kartên bêpere ku li gorî krîterên siwariyê dabûne welatiyan û rêveberiya berê ew betal kiribûn, ji nû ve aktîve dike û mafê welatiyan dîsa dide wan.

Serokatîya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin, karên siwariyê yên bêpere ku ji aliyê rêveberiya berê ve hatibûn betalkirin, ji nû ve aktîve dike. Rêzdar Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu di encama vekolanekê de gihîşt wê encamê ku mafê bidestxistî nayê betalkirin û li gorî rêziknameya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî çênabe kesên mafê siwariya daxistî an jî belaş bi dest xistibe mafê wan jê bê wergirtin, lewre jî Diyarkart dê dîsa li xwediyên wan bên vegerandin û ew ê bêpere bikaribin pê siwariya xwe bikin.

Ji bo aktîvekirina van kartan serlêdanan dest pê kir

Ji bo ev kesên mafê wan ê karta belaş jê hatiye standin dîsa bibin xwedî wî mafî divê serlêdana xwe li bûroyên Diyarkartê yên bi ser Serokatîya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan