Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Klîmayên otobûs û mînîbûsan hatin sehkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber kelegerma havînê di otobûs û mînîbûsên bajêr de kontrola klîmayan dike.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber kelegerma havînê di otobûs û mînîbûsên bajêr de kontrola klîmayan zêdetir kir. Kontrol ji aliyê ekîbên zabiteyê ve tê meşandin û ew siwareyên li gorî rêziknameyan tevnagerin jî ceza li wan dibire. Her weha zabiteyan bang li welatiyan kir, ji bo gilîyê klîmayan li telefona “Alo 153” bigerin.

Ekîbên bi ser Midûrtiya Şaxa Trafîkê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li niqteyên cihê cihê yên bajêr bi awayekî perîyodîk saxtîya klîmayan dike. Kontrol ji aliyê 4 ekîbên rojê û 1 ekîba şevê tê meşandin û her ekîb ji 20 neferan pêk tê. Zabite, wesaytan radiwestînin, klîmaya wan kontrol dikin. Her weha paqijiya siwareyan jî li ber çavan tê girtin û ku cigare tê de bê kişandin hişyarî li şofêran tê kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan