Komela Jinan Rosayê serdana Mizrakli kir
Seroka Desteya Rêveber a Komela Jinan Rosayê Adalet Kaya ligel endamên xwe, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir.
Seroka Desteya Rêveber a Komela Jinan Rosayê Adalet Kaya ligel endamên xwe, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir, di xebata wî de serkeftin xwest.
Mizrakli ji ber seredana wan spasiya mêvanan kir û got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan serdan û hevgirtinên weha giring in. Di serdanê de Seroka Daîreya Jinan a şaredariyê jî amade bû.
