Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Desteya Rêveber a Konseya Bajêr civîna xwe ya meha cotmehê li dar xist

Desteya Rêveber a Konseya Bajêr a Amedê, bi serokatiya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin û Konseya Bajêr Dogan Hatun, civîna xwe ya meha cotmehê li dar xist.

Desteya Rêveber a Konseya Bajêr a Amedê, civîna xwe ya meha cotmehê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk anî. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin û Konseya Bajêr Dogan Hatun serokatiya civînê kir.

Di civîna ku endamên Desteya Rêveber a Konseya Bajêr beşdar bûn de, derbarê xebatên meclisê de agahî hatin dayîn. Di civînê de, bendên rojevê yên bi sernavê “Zêdebûna bûyerên şîdetê yên li bajêr, avahiyên li dijî îmarê, rewşa Sînemaya Dîlanê, geşedanên li Şikeftên Hasûnî yên Farqînê û binpêkirinên mafên zarokan” hatin nirxandin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan