Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Beriya Cejna Qurbanê kontrola şekirokan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya hatina Cejna Qurbanê, li kargehên ku şîrînî û şekirokên eydê difiroşin, kontrol kirin. Yekîneya Kontrolkirina Xwarinê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ji bo tenduristî û ewlehiya welatiyan beriya Cejna Qurbanê kontrolên xwe didomîne. Di

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya hatina Cejna Qurbanê, li kargehên ku şîrînî û şekirokên eydê difiroşin, kontrol kirin.

Yekîneya Kontrolkirina Xwarinê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ji bo tenduristî û ewlehiya welatiyan beriya Cejna Qurbanê kontrolên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de kargehên şîraniyê, beşên şîrînayîfiroşiyê û şekirokan ên bazarên mezin û dikanên çerezfiroşan hatin kontrolkirin.

Di kontrolan de, tarîxên qedîna berheman, taybetmendiyên berhemên qediyayî û nîvçêkirî, hilberandin û depoyên sar hatin saxtîkirin. Di kargehan de kontrolên pêwîst hatin kirin û lazimiya teknîkî û fizîkî ya kargehan hat kontrolkirin û her wiha hat sehkirin ka karê karîdaran li gorî rêziknameyên xwarinê ne an na.

Ji bo ku welatî bi dilekî bisteh karibin xwe bigihînin xwarinên ewleh dê kontrol dewam bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan