Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Kontrola gelaşê malê li saziyên tenduristiyê hat kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li saziyên tenduristiyê sehkirina bermahiyên malê pêk anî. Ekîbên Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê ji bo ku tenduristiya gel û welatiyan ji zirara çopên malê biparêzin di çarçoveya "Rêziknameya Kontrolkirina Çopên Malî" de li navend û navçeyan xebatên xwe didom

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li saziyên tenduristiyê sehkirina bermahiyên malê pêk anî.

Ekîbên Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê ji bo ku tenduristiya gel û welatiyan ji zirara çopên malê biparêzin di çarçoveya "Rêziknameya Kontrolkirina Çopên Malî" de li navend û navçeyan xebatên xwe didomînin.

Ekîban li saziyên tenduristiyê yên ku di rêziknameyê de hatine diyarkirin, derbarê berhevkirina bermahiyên malê û depokirina wan a cuda de kontrol kirin. Di vê çarçoveyê de li Nexweşxaneya Dev û Diranan a Amedê lêkolîna çopên malê hat kirin. Ekîban hişyariyên pêwîst kirin, rapora nirxandina rewşê amade kirin û hişyarî dan xebatkaran ku tedbîrên pêwîst bigirin.

Di çarçoveya rêziknameyê de li hemû nexweşxane û navendên tenduristiyê yên di nav sînorên şaredariyê de dê kontrol dem bi dem berdewam bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan