Kontrolên berî Cejna Qurbanê zêde bûn
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, berî Cejna Qurbanê ji bo welatî cejneka xweş û bi tendurist derbas bikin, kontrolên xwe yên bo zexîreyê şidandin. Di encama kontrolan de kargehên firotina derî qanûnan dikin hatin cezakirin.
Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo welatî Cejna Qurbanê zexîreya bi tendurist bi dest bixe û çi zirarê nebîne, kontrolên xwe zêde kirin. Li gorî vê berî Cejna Qurbanê kontrolên ser qesab, firin, market û kargehên dinhate şidandin û ekîbên şaredariyê sehbêrîya van kargehan dike da ku xelkê bajêr xwerek û zexîreya bê zirar bikaribin bi dest bixe.
Ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê û ekîbên Serokatîya Daîreya Zabiteyê pêk ve, li Sîteya Tatlicilar a li Navçeya Yenîşehrê saxtîya kargehan kir û hişyariya xawênî û paqijiyê li kardaran kir. Ekîban, saxtî li marketên xwecihî û giştî kir û xwest zexîreya dema wan bi ser de çûyî bên berhevkirin. Ekîban kargehên derî qanûnê firoşkariyê dikin berê hişyar kirin û paşê ceza li wan birrî. Di kontrolkirinê de alîkarî sekreterê giştî Raşit Yalçin û Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê Vahap Saçaklidir jî amade bûn.
