Kupayên tîmên serkeftî danê
ASKF û DTSOyê bi hev re merasîma xelatdanê li dar xist, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli beşdarî merasîmê bû û kupayên tîmên serkeftî yên di Lîga Futbola Amator a Sezona 2018-2019ê pêşkêşî wan kirin.
Nûnertiya Amedê ya ASKFê û DTSOyê merasîma kupadanê ji bo tîmên serkeftî yên Lîga Amator a Futbolê ya Sezona 2018-2019ê li dar xist. Hevserokê Şaredariyê Dr. Selçûk Mizrakli, Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, Serokê Amedsporê Metin Kilavuz, yekitiyên tabana sporê, serekên klûbên sporê yên amator û rêveber di merasîmê de amade bûn.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin. Behsa xebatên Amedsporê hate kirin. Her weha Hevşaredar Mizrakli behsa xebatên Şaredariya Bajarê Mezin di bîwarê sporê de kirin. Piştî axaftinan bi merasîmekê tîmên serkeftî hatin pîrozkirin û kupayên wan hatin pêşkêşkirin.
